Li deriyê sînor ê Iraq-Îranê êriş: 1 kuştî, 5 birîndar

Di encama êrişeke hewayî ya li ser deriyê sînor ê Şelemçe yê li Besrayê de kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn.

Li deriyê sînor ê Iraq-Îranê êriş: 1 kuştî, 5 birîndar
4 nîsan, 2026   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku serokê Desteya Deriyên Sînor a Iraqê Lîwa Omer Waîlî parve kirine, ji ber êrişeke hewayî ya li ser deriyê sînor ê Şelemçe yê li Besrayê, tevger rawestiyaye.

Her wiha diyar kir di encama êrişê de kesek miriye û 5 kes jî birîndar bûne.

Hatiye gotin ku êriş li ser aliyê dikeve nav xaka Îranê pêk hatiye, di nava kesên birîndar de welatiyên Îranê jî hene.

Deriyê sînorî yê Şelemçe dikeve rojhilatê parêzgeha Besrayê. Di ser vî derî re bazirganî tê meşandin, her wiha geştiyarên şîe di ser vî derî re derbasî nav xaka Iraqê dibin.