Malbatên şehîdan sansurkirina wêneyê Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir

Meclisên malbatên şehîdan sansurkirina wêneyê Rêber Abdullah Ocalan di bernameyeke AVA TV'yê de şermezar kir û got ev nêzîkatî xizmeta berjewendiyên neteweyî nake.

Malbatên şehîdan sansurkirina wêneyê Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir
4 nîsan, 2026   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisên malbatên şehîdan ên bajarê Tirbespiyê û kampa koçberên Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê têkildarî sansurkirina wêneyê Rêber Abdullah Ocalan di bernameyeke AVA TV'yê de, daxuyanî da.

Daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê li pêşiya Parka 4'ê Nîsanê ya bajar ji aliyê endama meclisê Rama Tehlo û ya Meclisa Kampa Serêkaniyê jî li navenda meclisê ya kampê ji aliyê endamên meclisê Şêrîn Hesen û Enes Mistefa ve hatin xwendin.

Di daxuyaniyan de hate gotin sansurkirina wêneyê Rêber Abdullah Ocalan şaşiyeke ji rêzê nîn e, lê belê destdirêjiya li sembolên neteweyî û têkoşerên wê ne.

Her wiha hate diyarkirin ku di demekê de ku pêdivî bi yekrêziyê heye, hewldana tarîkirina wêneyê Rêber Abdullah Ocalan hedefkirina bîrdana civaka kurdî ye û siyasetên çewisandina nasname û çêkirina parçebûnê nîşan dide.

Di daxuyaniyê de ji rêveberiya kanalê hat xwestin lêborînê ji gelê Kurd û malbatên şehîdan bixwaze. Her wiha bang li dezgehên çapemeniyê yên kurdî hat kirin ku berpirsyariyên neteweyî û pîşeyî pêk bînin û ji hewldanên derxistina fitneyan û bêrêziya li sembolên têkoşînê dûr bin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, Rêber Abdullah Ocalan di wijdanê gel de bi kûrahî cih girtiye û hewldanên tarîkirinê dê doza ku ji bo wê têkoşînê dike, têk nebe.

(bb)

ANHA

TIRPÊSPIYÊ

HESEKÊ