Li başûrê Lubnanê erebeyek hat bombebarankirin

Balafira bê mirov a bi çek a Îsraîlê li başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir. Li gorî agahiyan berpirsekî Hizbullaha Lubnanê hat hedefkirin.

Li başûrê Lubnanê erebeyek hat bombebarankirin
12 sibat 2024   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyayên xwecih ên Lubnanê, balafireke bê mirov a bi çek a Îsraîlê li başûrê Lubnanê li ser rêya giştî ya Bint Cibêl erebeyek bombebaran kir.

Hin medyayên din ragihand ku berpirsê Hizbullah ê herêma Maron Rais ê bi navê Mihemed Ebdilresul Elewiyê hatiye hedefkirin.

(bb)