Li Dêrik û Çilaxa xebatên kooperatîfan

Li Dêrikê 24 hezar û 590 donim û li Çilaxa jî hezar û 480 donim erd ji bo kooperatîfan haine veqetandiye da ku şênî sûdê jê bigirin. Heta niha nêzî 300 malbat ji bo beşdarî kooperatîfan bibin navên xwe tomar kirine.

Li Dêrik û Çilaxa xebatên kooperatîfan
Li Dêrik û Çilaxa xebatên kooperatîfan
Li Dêrik û Çilaxa xebatên kooperatîfan
Li Dêrik û Çilaxa xebatên kooperatîfan
Li Dêrik û Çilaxa xebatên kooperatîfan
29 mijdar, 2024   06:10
QAMIŞLO
KELSÛME ELÎ-BESNE ŞEMO

Kooperatîf ku bi Şoreşa 19ˈê Tîrmehê re derketin pêş, roleke mezin di pêşxistina rewşa madî  û jiyanî ya şêniyan de dilîze, têkilyên civakî xurtir dike, rihê hevkariyê di nava civakê de belav dike.

Di vê dawiyê de Yekitiya Kooperatîfan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek kooperatîfên çandiniyê ava kirin ku gelek şênî sûdê jê digirin.

Di vê çarçoveyê de Yekitiya Kooperatîfan a bajarê Dêrikê ragihand ku ji bo şêniyan û cotkaran 24 hezar û 590 donim erd veqetandiye.

Li gorî biryarên kooperatîfan, para her malbatekê 50 donim e. Bi koordîneya serokên komînan, ev par destpêkê li hevjînên şehîdan, zarokên wan, malbatên ku quta jiyana wan kêm e têne balavkirin.

Li gorî endamê rêveber ê Yekitiya Kooperatîfan endazyarê çandiniyê Êriş Îbrahîm, yekitî dê tov û semad pêşkêşî koperatîfan bike.

Îbrahîm da zanîn ku li bajarê Dêrikê heta niha nêzî 300 malbat navê xwe ji bo tevlêbûna kooperatîfan tomar kirine û destnîşan kir ku yekitî dixwaze di demên pêş de kooperatîfan firehtir bike û projeyên din veke.

Yekitiya Kooperatîfan û Saziya Çandiniyê ji bo pêşxistina aboriya komînal, avakirina 3 kooperatîfên çandiniyê li bajarê Çilaxa ragihand.

Gerînendetiya Çandiniyê bi hevkariya Yekitiya Kooperatîfan hezar û 480 donim erdê çandiniyê ji kooperatîfên çandiniyê re veqetandiye.

Yekitiya Kooperatîfan ji bo çavdêriya mekanîzmeya avakirina kooperatîfan komîteyek ava kir ku ji endamek Meclisa Bajarê Çilaxa, endamek ji Komîteya Aborî, endamek ji Meclisa Malbatên Şehîdan û endameke Kongra Star pêk tê.

Li gorî biryarên komîteyê, donimên hatine diyarkirin  li 52 malbatan hatine belavkirin. Ji wan 12 malbat ji bajarokê Abra û gundên dora bajarokê, 18 malbat ji bajarok Kîşk û gundên dora bajarokê û 22 malbat ji bajarê Çilaxa û gundên dora bajêr.

Endamê Komîteya Yekitiya Kooperatîfan Xelîl Mecîd desntîşan kir ku malbat bi koordîneya hevserokên komînan têne diyarkirin, lê pêşîn girîngiyê didin malbatên şehîdan bi taybetî hevjîn û zarokên wan û malbatên xizan.

Mecîd diyar kir ku qezenca kooperatîfan ji sedî 50`î ji malbatan re ye û ji sedî 15 ji komîteya çavdêrê re ye.

(şx/bb)

ANHA 

dêrik