Şîlan Kobanê: Rêberê min, em ê di mîrnîşana azadiyê de hevalên te bin

Têkoşer Şîlan Kobanê mîraseke ku heta roja îro zindî ye, di dilê her kesî de hişt. Gotinên wê yên li ser Rêber Abdullah Ocalan û şoreşê heta niha li ser zimanê şopdarên rêya wê tên qalkirin.

Şîlan Kobanê: Rêberê min, em ê di mîrnîşana azadiyê de hevalên te bin
Şîlan Kobanê: Rêberê min, em ê di mîrnîşana azadiyê de hevalên te bin
Şîlan Kobanê: Rêberê min, em ê di mîrnîşana azadiyê de hevalên te bin
Şîlan Kobanê: Rêberê min, em ê di mîrnîşana azadiyê de hevalên te bin
Şîlan Kobanê: Rêberê min, em ê di mîrnîşana azadiyê de hevalên te bin
Şîlan Kobanê: Rêberê min, em ê di mîrnîşana azadiyê de hevalên te bin
Şîlan Kobanê: Rêberê min, em ê di mîrnîşana azadiyê de hevalên te bin
Şîlan Kobanê: Rêberê min, em ê di mîrnîşana azadiyê de hevalên te bin
Şîlan Kobanê: Rêberê min, em ê di mîrnîşana azadiyê de hevalên te bin
Şîlan Kobanê: Rêberê min, em ê di mîrnîşana azadiyê de hevalên te bin
29 mijdar, 2024   04:10
NAVENDA NÛÇEYAN
ZANA SEYDÎ

Îro salvegera 20’emîn a şehadeta endama Komîteya Navendî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) û hevrêyên wê Zekeriya Îbrahîm, Hîkmet Tokmak (Fuad), Nebo Elî (Cemîl) û Hacî Cuma Elî (Ciwan) e. Her 5 têkoşer 29’ê Mijdara 2004’an dema erkên xwe bi cih dianîn bi komployekê hatin şehîdxisitin.

JIYANNAMEYA ŞEHÎD ŞÎLAN

Têkoşer Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) di 1971’an de li gundê Korelî yê 25 kîlometreyan rojavayê bajarê Kobanê ji dayik dibe. Di nav jîngeheke û malbatekê (dê, bav, 5 xwişk, 4 bira) mezin dibe ku bi adetên eşîrî ve girêdayî ye. Şîlan di dawiya salên 70’yan de tevî malbata xwe li Helebê bi cih dibe.

Şîlan di 9 saliya xwe de an ku di sala 1980ˈan, tevgera azadiya Kurdistanê nas dike, bi kesayet û fikrê Rêber Abdullah Ocalan ve tê girêdan. Armanca wê ew bû ku bibe têkoşereke hêjayî fikrên wî.

Şîlan di 12 saliya xwe de ji ber beşdarbûna wê ya çalakiyên siyasî ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hat binçavkirin.  Di 14 saliya xwe de an ku piştî xwendiya asta navîn bi dawî dike dixwaze tev li refên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bibe.

TEVLÊBÛN

Şehîd li hemberî biryara dibistanê yak u pîrozkirina Cejna Newrozê qedexe dike, îsyanê û tev çend hevalên xwe rêbazekî nû yê berxwedanê bi navê “gireva xwendinê” da destpêkirin. Lê ji ber vê helwesta xwe, ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve tê girtin.

Şîlan Kobanê ji kadroyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî dibe heya dibe mamosteya zimanê Kurdî li Helebê û bi dizî zarok hîn dikirin.

Di Tebaxa 1988’an de li Helebê tev li têkoşîna tevgera azadiya Kurdistanê dibe. Dema ku tevî 4 hevalên xwe derbasî Lubnanê dibe li ser sînor ji aliyê desthilata Lubnanê ve tê binçavkirin û 2 mehan di girtîgeha jinan de dimîne. Di girtîgehê gelek tiştên li ser jiyana civakî nas dike.

Piştre bi navê Sadet dest bi rêwîtiya têkoşînê dike li Akademiya Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê perwerdeyên siyasî û leşkerî dibîne.

Şîlan nêzî salekê li kampên tevgerê yên li Lubnanêma. Tevî temenê wê yê biçûk jî bi îsrar bû ku tev li têkoşîna çekdarî ya çiyayên Kurdistanê dibe. Rêber Abdullah Ocalan ji biryara wî ne razî bû. Lê piştre wê heta sala 1991’an li Efrîn û Helebê karê çalakiyên gel dikir.

RÊBERÊ MIN! EM Ê DI MÎRNIŞÎNA AZADIYÊ DE HEVALÊN TE BIN

Di rojnivîsên wê yên bi navê (Ji ber ku ez jin im) de, girêdana wê bi Rêber Abdullah Ocalan û dozê ve diyar dibe ku dibêje: “Em wekî jin hemû eşqa xwe diyarî te dikin û wê dikin giloka agir û ruhên zalim û xerab pê dişewitînin da ku ruhên me ji bermahiyên şaristaniya hakiman werin paqijkirin, da ku ruhên me ji xerabiya ku ji dema çûyîna dayika delal de ketiye ser me paqij bibin û em li welatê dayikê bibin heval û di mîrnişîna azadiê de ji te re bibin heval.”

 ‘ROMANA RASTIYÊ LI VIR TÊ NIVÎSANDIN’

Şîlan gihîşt çiyayên Kurdistanê û xwest îsbat bike ku jin dikarin têkoşîna çekdarî bidin meşandin û roleke pêşengtiyê tê de bilîzin. Bi wî ruhî qonaxeke nû ya têkoşîna 15 salan dest pê dike.

Ev daxwaza wê di nivîsa wê ya bi navê (Romana rastiyê li vir tê nivîsandin) de diyar dibe.

‘DIVÊ EZ ŞOREŞEK DI DILÊ XWE DE BIAFIRÎNIM’

Şehîd Şîlan di rojnivîsa xwe ya bi navê (Divê ez mezin bibim) de wiha dibêje: “Ez wekî jin, bi rola xwe ya dîrokê hest dikim, nabe ez li hemberî erkên dîrokê tevlihev bim. Wekî jineke birûmet pêwist e ez xwe ji ber şerê bi rastiyê re nedim aliyekî, ew rastiya 5 hezar salan. Ji ber wê jî, eger ez biçûk bûn divê ez mezin bibim, eger ez bi xwe ne bawer bim divê ez baweriya xwe xurt bikim, eger asoyên min teng û kêm bin divê ez mejiyê xwe biteqînim û eger ez xwedî hestên qels û kevnare bim jî divê ez şoreşekê di dilê xwe biafirînim.”

RIYA HEQÎQETÊ

Di sala 1999’an de, bi biryara ku di duyemîn kongreya partiyê de tê girtin, PJKK tê avakirin. Bi avakirina fermî ya Tevgera Jinê re Şîlan Kobanê di rêveberiya tevgerê de cih digire. dovre ew ê Tevgera Jin di bin navê PJA de xwe birêxistin bikira û mezintir bûbûya.  

Bi armanca xurtkirina têkiliyên jinên Kurd û yên Rojhilata Navîn bi jinên cîhanê re û ji ber îdeolojiya komunîst û neteweyî ya tevgera azadiya jinan, partî di navbera 1999 û 2000’an de bi navê PJA’yê hat lidarxistin.

Di konferansa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) de Şîlan wekî endama K omîteya Navendî ya PYD’ê tê hilbijartin.

Şîlan demek li herêmên Rojavayê Kurdistanê, Heleb û Şamê derbas kir û di aliyê rêxistinî û pratîkî de gelek gav avêtin û baweriya gel bi dest xist. Lê belê piştî wê bi demeke kurt, îstixbarata rejîma Sûriyeyê haydar bû ku ew li Rojavayê Kurdistanê ye û di encamê de tevgera wê ket bin şopandin û çavdêriya rejîmê.

Şîlan Kobanê ji bo xebatên PYD’ê derbasî Iraqê, bajarê Mûsilê dibe. Lê di 29’ê Mijdara 2004’an di encama reşkujiyekê de tê qetilkirn û şehîd dibe.

Şîlan Kobanê tevî çar hevalên xwe yên bi navê Zekeriya, Ciwan, Fuad û Cemîl şehîd dibin li Pakrewangeha Şehîd Harûn a çiyayên Qendîlê tên oxirkirin.

ŞEHÎD ŞÎLAN Û HUNER

Şehîd Şîlan di amûrên muzîkê û hunerê de xwedî hewes bû lê belê xwest berê xwe bide qada siyasî da ku doza gelê xwe ber bi serkeftinê ve bibe. Di beşeke rojnivîsên wê de behsa girêdana jinan bi çand û hunerê ve dide xuyakirin û dibêje: “Jin dikarin bi rêya çand û hunera welatparêz bibin navenda demokrasî, azadî û aştiya neteweyan. Jin bi xwe hunerê temsîl dikin…jin cewhera hunerê û karektêra aştiya zehmet e, jin bingeha jiyana me ye. Taybetmendiyên edalet, wekhevî û hezkirin ji hunerê qut nin in.

(mh/bb)

ANHA