Li Dereayê di hefteyekê de 9 kes hatin kuştin

Li bajarê Dereayê di nava hefteyekê de di bûyerên cûda de 9 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûne.

Li Dereayê di hefteyekê de 9 kes hatin kuştin
13 tîrmeh, 2025   22:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên xwecih li Derayê, di hefteya borî de di bûyerên wekî kuştin û nakokiyên çekdarî de 9 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.

Hate aşkerakirin di nava kuştiyan de, keçeke 15 salî li bajarokê Xariye Xerbiye yê rojhilatê Derayê bi şaştî ji aliyê birayê xwe yê 14 salî hatiye kuştin ku bi çekê dilîstin.

Her wiha zarokekî 13 salî li gundê Koya yê rojavayê Derayê, bi guleyeke şaştî hatiye kuştin.

Li taxa El Qisûr ê bajarê Derayê ciwanek ji bajarokê Nesîb sibehê ji aliyê çekdaran ve hate kuştin.

Li bajarokê Xebaxab zilamek ku beriya çend salan li derveyî bajar dijî, dema serdana bajarokê kir ji aliyê kesin ne nas ve hate kuştin. Heta niha sedem û agahiyên der barê bûyerê de diyar nebûne.  

Di encama pevçûnan de 5 kes hatin kuştin ku 3 ji wan ji bajarê Tifs ê rojavayî bajarê Derayê ye. He wiha di nava kuştiyan de bavek û zarokê wî jî hebû.

Li nêzî bajarokê Etman ê başûrê Derayê di çarçoveya hilanîna tolê de eşîr bi hev ketin û di encamê de 2 ciwanîm pismamên hev ji eşîra El Bedû hatin kuştin.

Hin dezgehên çapemeniyê piştrast kirin ku li bajarokê El Yadûda yê rojavayê bajarê Derayê ji ber teqîna bombeyeke destan 3 kes (2 xurt û keçek) birîndar bûn. Piştre kesê ku bombe avêtiye hate girtin.

Li taxa El Seharî ya bajarê Derayê kesek hewl da ciwanekî bikuje û di encamê ciwanê hatî hedefgirtin bi giranî birîndar bû û dûre ew birin nexweşxaneya Watanî ya Derayê.

Li bajarê Derayê piştî hilweşîna rêjîma Baasê, tevliheviyê ewlehiyê serwer bû û di encamê de çek bê ser û ber di nava şêniyan de belav bûn. Lewma bûyerên kuştinê û heta kuştina bi şaştî zêde bûne.

(ac-şx)

ANHA