Îsraîlê hijmareke çek li cihekî leşkerî yên rêjîma Baasê desteser kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan di oprasyonên xwe yên li dijî cihekî leşkerî yê rêjîma Baasê ya berê de gelek çek desteser kir.

Îsraîlê hijmareke çek li cihekî leşkerî yên rêjîma Baasê desteser kir
13 tîrmeh, 2025   22:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan vê dawiyê di cihên leşkerî yên rejîma berê ya Sûriyeyê de gelek çek desteser kirine.

Li gorî rojnameya The Times of Israel, artêşa Îsraîlê aşkera kir ku leşkerên îsraîlî di Lîwaya Herêmî ya Çiyayî ya 810, ku li lûtkeya Çiyayê Hermon bi cih bûne, di hefteya borî de bi ser çend baregehên sereke yên hêzên taybet ên rejîma Baas de girtine. 

Artêşê diyar kir ku wan li van cihên navborî zêdetirî 3 ton çek desteser kiriye, di nav wan de mayînên dijî tankan, teqemeniyên destan û mûşek hene.

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku armanca operasyonên wan li herêmê ew e ku rê li ber qaçaxçîtiya çekan ji Sûriyê ber bi Lubnanê ve bigire.

Ji dema hilweşîna rejîma Esed ve, artêşa Îsraîlê li 9 cihan li başûrê Sûriyeyê bicih bûye, ku piraniya wan li herêma bêçek e ku NY çavdêriya wê dike.

(ac-şx)

ANHA