Li Dêrazorê turnûvaya kişkê li dar xist

Yekitiya Werzîşê ya Dêrazorê ji bo pêşxistina behreyan û piştigirya ciwanan turnûvaya kişkê li herêma Seba Kîlo li dar xist.

Li Dêrazorê turnûvaya kişkê li dar xist
Li Dêrazorê turnûvaya kişkê li dar xist
Li Dêrazorê turnûvaya kişkê li dar xist
Li Dêrazorê turnûvaya kişkê li dar xist
Li Dêrazorê turnûvaya kişkê li dar xist
6 mijdar 2023   18:04
DÊRAZOR

Di çarçoveya piştgiriya werzîşê û pêşxistina behreyên ciwanan de, Yekitiya Werzîşê ya Dêrazorê turnûvaya lîstika kişkê li hola werzîşê ya herêma Seba Kîlo ya bakurê Dêrazorê li dar xist.

Di turnûvayê ye de 40 lîstikvan ji rojavayê Dêrazorê beşdar bûn. Ev lîstik bi taybetî di nav beşên ciwan û mêran de lîstika herî berbelav e.

Turnûva li gor sîstema Swîsrî li dar ket, ku ji 7 geran pêk tê û her gerek 25 deqeyan didome û di encama her gerekê de lîstikvanek qezenc dike.

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşxistin û çalakkirina mîna van listikan, turnûvayan li dar dixe.

 (mh/şx)

 ANHA