Şehîd Seyît Evran li Qamişloyê hate bibîranîn

Bi dehan rojnamevan û nûçegihan, şehîd Seyît Evran li Qamişloyê bi bîr anî û soz da ku rêya wî dewam bikin û civakê pêş bixin.

Şehîd Seyît Evran li Qamişloyê hate bibîranîn
Şehîd Seyît Evran li Qamişloyê hate bibîranîn
Şehîd Seyît Evran li Qamişloyê hate bibîranîn
Şehîd Seyît Evran li Qamişloyê hate bibîranîn
Şehîd Seyît Evran li Qamişloyê hate bibîranîn
Şehîd Seyît Evran li Qamişloyê hate bibîranîn
6 mijdar, 2023   19:52
QAMIŞLO

Merasîma bîranînê li taxa Xerbî ya Qamişloyê li dar ket. Bi dehan rojnamevan, nûçegihan û karmendên ragihandinê tev lê bûn. Li hola merasîma bîranînê de, wêneyên şehîd Seyît hatin daliqandin û mûm ji aliyê beşdaran ve hatin pêşxistin.

Di merasîmê de, berdevka Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) rojnamevan Arîn Siwêd axivî û got: “Em soz didin şehîd Seyît ku rêya wî di ragihandina rastiyê û pêşxistina civakê de berdewam bikin.”

Dûre sînefizyonek têkildarî jiyana rojnamevan Seyît Evran û nameya wî ya dawîn, axaftina hevrêyê wî Xalid Ermîş li ser têkoşîna wî hate pêşandan. 

Rojnamevan û nivîskar Seyît Evran yek ji pêşengên tevgera rojnamegeriya demokratîk bû. Yek ji stûnên ragihandina azad li Kurdistanê bû. 22`yê Îlonê ji ber nexweşiyê şehîd bû û cenazeyê wî bi merasîmeke bi heybet li bajarê Qamişloyê hate vaşartin.

(şx)

ANHA