Li Dêrazorê şehîd hatin bibîranîn

Li Dêrazorê 15 cangoriyên azadiyê yên mehên Adar û Nîsanê hatin bibîranîn.

Li Dêrazorê şehîd hatin bibîranîn
Li Dêrazorê şehîd hatin bibîranîn
Li Dêrazorê şehîd hatin bibîranîn
Li Dêrazorê şehîd hatin bibîranîn
Li Dêrazorê şehîd hatin bibîranîn
Li Dêrazorê şehîd hatin bibîranîn
Li Dêrazorê şehîd hatin bibîranîn
Li Dêrazorê şehîd hatin bibîranîn
27 nîsan, 2024   13:30
DÊRAZOR

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Hecînê yê kantona Dêrazorê merasîmê bîranîna 15 şehîdên mehên Adar û Nîsanê li dar xist.

Merasîm li hola meclisê  bi amadebûna malbtên şehîdan, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên sivîl û leşkerî hat lidarxistin.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Rakan El Ferîc axivî û got: "Divê em nifşan li ser rêgeza şehîdan mezin bikin."

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Nadiya El Dewahî şehîd bibîr anîn û got: "Em tevahî şehîdan bibîr tînin ku ji bo bidestxistina jiyaneke bi rûmet û azad, canê xwe feda kirin."

Endamê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Dêrazorê Samir El Ebid soz da ku heta mîsogerkirina serkeftinê rêya şehîdan bişopînin.

Di dawiyê de mûm li pêş wesîqeyên şehîdan hatin vêxistin.

(şx)

ANHA