HPG: Derbe li helîkoptereke artêşa Tirk hate xistin

HPG’ê ragihand 25’ê Nîsanê helîkoptereke şer a artêşa Tirk a dagirker xwestiye li Qada Berxwedanê ya Şêlazê dayne lê hêzên wan derbe lê xistiye.

HPG: Derbe li helîkoptereke artêşa Tirk hate xistin
27 nîsan, 2024   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên dawîn agahî dan.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

25’ê Nîsanê saet di 16.30’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

Li herêma Metîna;

25’ê Nîsanê saet di 22.00’an de hêzên me li helîkoptera ku dixwest li Qada Berxwedanê ya Şêlazê bi cih bibe, xist û derb li helîkoptera Skorsky hate xistin. Helîkoptera ku derb xwarî, neçar ma ji qadê dûrkeve.

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

26’ê Nîsanê Qada Berxwedanê, Dergelê, Şêlazê û Bêşîlî ya herêma Metînayê 4 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 2 caran, qada Lolan, Sinînê û Berdesor a herêma Xakurkê 8 caran, bi giştî; 14 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

25 û 27’ê Nîsanê Qadên Berxwedanê ya Şêlazê, Qesrokê, Golka û Girê Çarçelê bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.”