Li Dêrazorê Roja Mamosteyan hat pîrozkirin

Yekitiya Mamosteyan a Kantona Dêrazorê bi boneya Roja Cîhanê ya Mamosteyan de 22 mamoste xelat kirin.

Li Dêrazorê Roja Mamosteyan hat pîrozkirin
Li Dêrazorê Roja Mamosteyan hat pîrozkirin
Li Dêrazorê Roja Mamosteyan hat pîrozkirin
Li Dêrazorê Roja Mamosteyan hat pîrozkirin
Li Dêrazorê Roja Mamosteyan hat pîrozkirin
Li Dêrazorê Roja Mamosteyan hat pîrozkirin
Li Dêrazorê Roja Mamosteyan hat pîrozkirin
6 cotmeh, 2025   21:11
DÊRAZOR

Yekitiya Mamosteyan a Kantona Dêrazorê, bi hevkariya Desteya Perwerde û Fêrkirinê û Rêxistinên Civaka Demokratîk, bi boneya Roja Mamosteyan a Cîhanî şahiyek li dar xist. Şahî li Hola Meclisa Rêveber a li herêma Meamel bi beşdarbûna mamosteyan û nûnerên  saziyên civaka sivîl pêk hat.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê Yekitiya Mamosteyan a Kantona Dêrazorê Hisên El Şewax axivî û got, mamoste afirînerên nifşan û çiraya zanînê ye.

Hisên El Şewax ji mamosteyan re got "Hûn bi sebir, ked û dilsoziya xwe xwe nirxan diçînin. Bi keda we welat pêş dikeve û û nifş ava dibin. Peyvên spasdariyê ji bo keda we kêm in."

Endamê Desteya Perwerde û Fêkirinê ya Kantona Dêrazorê Ebdulqadir Dewara, ji mamosteyan re ev gotin got: "Hûn mamoste, stûnên bingehîn ên avakirina siberoja neteweyan ne. Rola we ne tenê bi dayîna zanînê ve sînordar e, di heman demê de ber bi pêşxistina nirx  hiş û avakirina kesayetan ve diçe."

Di dawiya şahiyê de 22 mamoste hatin xelatkirin.

(ac/bb)

ANHA