Li Dêrazorê pêşdeçûnên siyasî, ewlehî û xizmetguzarî hatin gotûbêjkirin

Şêniyên kantona Dêrazorê di civîna xwe de girîngî da yekparebûna xaka Sûriyeyê û got divê tedbîrên aktîv ji bo pêşxistina rewşa kantonê di tevahî aliyan de bên girtin ku îstîqrarê geş dike.

Li Dêrazorê pêşdeçûnên siyasî, ewlehî û xizmetguzarî hatin gotûbêjkirin
Li Dêrazorê pêşdeçûnên siyasî, ewlehî û xizmetguzarî hatin gotûbêjkirin
Li Dêrazorê pêşdeçûnên siyasî, ewlehî û xizmetguzarî hatin gotûbêjkirin
Li Dêrazorê pêşdeçûnên siyasî, ewlehî û xizmetguzarî hatin gotûbêjkirin
Li Dêrazorê pêşdeçûnên siyasî, ewlehî û xizmetguzarî hatin gotûbêjkirin
Li Dêrazorê pêşdeçûnên siyasî, ewlehî û xizmetguzarî hatin gotûbêjkirin
Li Dêrazorê pêşdeçûnên siyasî, ewlehî û xizmetguzarî hatin gotûbêjkirin
Li Dêrazorê pêşdeçûnên siyasî, ewlehî û xizmetguzarî hatin gotûbêjkirin
12 gulan, 2025   17:33
DÊRAZOR

Meclisa Leşkerî ya kantona Dêrazorê li bajarokê Kîsa, bi beşdariya fermandariya Meclisa Leşkerî ya kantonê, xelkê gundewarê rojavayê Dêrazorê civîneke berfireh li dar xist. Di civînê de rewşên siyasî, civakî û xizmetguzarî li kantonê hatin nîqaşkirin.

Di civînê de nûnerê Rêveberiya Têkiliyên Leşkerî ya qada leşkerî ya Kîsra Hargon Cîcanî rewşa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şîrove kir û got xebatên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hêzên Koalîsyona Navneteweyî yên Têkoşîna Dijî DAIŞ'ê û pêkanîna aramiyê li herêmê, didomin.

Cîcanî anî ziman ku koalîsyon êrişên li dijî çeteyên DAIŞ’ê dewam dike. Cîcanî hişyarî li ser ketina pey propagandaya ragihandina derew ên ku agahiyên nerast li ser rewşa leşkerî û ewlehî belav dikin, da.

Têkildarî lihevkirinên di navbera desthilata Şamê û QSD'ê de Cîcanî got encamên wan rêkeftinan dikevin xizmeta gelê Sûriyeyê.

Beşdaran di nîqaşên xwe de bal kişand ser rewşa ragihandinî li kantonê û banga şopandina pirsgirêkên hemwelatiyan û mafên wan kir. Her wiha pirsên cewherî têkildarî siberoja herêmê de hatin kirin.

Her wiha beşdaran girêdayî rêkeftinên ku tên kirin baweriya xwe bi QSD’ê anîn ziman, li kêlek wê jî pirsgirêkên xizmetguzarî li Dêrazorê nîqaş kirin û amaje bi derengamyîna pêkanîna gelek projeyên xizmetguzarî yên ji ber rewşa heyî kir.

Di dawiya civînê de girîngî bi yekparebûna xaka Sûriyeyê û pêkanîna gavên ji bo pêşxistina rewşa xizmetguzarî ya kantonê hat dayîn.

(mh/fr)

ANHA