MSD’ê panelek li ser diyaloga bi Şamê re li dar xist

MSD’ê di panelekê de bal kişand ser dosyayên diyaloga bi desthilata Şamê re. Di panelê de hate diyarkirin ku diyaloga navxweyî rêya çareseriyê ye.

MSD’ê panelek li ser diyaloga bi Şamê re li dar xist
MSD’ê panelek li ser diyaloga bi Şamê re li dar xist
MSD’ê panelek li ser diyaloga bi Şamê re li dar xist
MSD’ê panelek li ser diyaloga bi Şamê re li dar xist
MSD’ê panelek li ser diyaloga bi Şamê re li dar xist
MSD’ê panelek li ser diyaloga bi Şamê re li dar xist
MSD’ê panelek li ser diyaloga bi Şamê re li dar xist
MSD’ê panelek li ser diyaloga bi Şamê re li dar xist
MSD’ê panelek li ser diyaloga bi Şamê re li dar xist
MSD’ê panelek li ser diyaloga bi Şamê re li dar xist
MSD’ê panelek li ser diyaloga bi Şamê re li dar xist
MSD’ê panelek li ser diyaloga bi Şamê re li dar xist
MSD’ê panelek li ser diyaloga bi Şamê re li dar xist
MSD’ê panelek li ser diyaloga bi Şamê re li dar xist
12 gulan, 2025   18:56
HESEKÊ

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi armanca balkişandina ser proseya diyaloga bi desthilata Şamê re û rêbazên pêkanîna aştiyeke mayînde li Sûriyeyê panelek bi navê "Girîngiya diyalogan ji bo pêşerojeke demokratîk û azad" li dar xist.

Panel li avahiya nivîsgehê ya li bajarê Hesekê hat lidarxistin. Ji pêkhateyên herêmê kesayetên siyasî û civakî û rûspî beşdar bûn.

DIYALOG RÊYA ARAMIYÊ YE

Di panelê de 3 mijarên sereke hatin şîrovekirin. Mijara yekem bi navê "Siyaseta diyalogê ya MSD’ê li gorî peymana Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şerî” ji aliyê hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD’ê Hesen Mihemed Elî ve hat rêvebirin.

Mihemed Elî got ji 2011’an ve Sûriye derbasî qonaxeke nû bû û di dawiya wê qonaxê de, ji ber serhişkiya wê û neqebûlkirina wê ji çareseriyan re rejîma Baas a desthilatdar hilweşiya û got: “Ji bo pêkanîna çareserî û aramiyeke siyasî ya mayînde diyalog rêya sereke ya çareserkirina pirsgirêkan e.”

Mihemed Elî bal kişand ser Sûriye bi giştî û deverên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê bi taybet ku rastî gelek zulm û şeran hatin û divê tevahî rewaşa Sûriye tê re derbas dibe û ji bo gihandina Sûriyeya siberojê çi tê xwestin bizanin û got: "Ji lew re em dibînin dan û standin bi beşdariya tevahî Sûriyeyiyan pêvajoyeke stratejîk a gihandina lihevkirinekê ji bo bidawîkirina krîza li Sûriyeyê ye. Divê Sûriyeyî bizanin ku diyalogê rêbaza gihandina ewlehiyê ye."

DESTWERDANÊN DERVE DIYALOGÊ ASTENG DIKIN

Mihemed Elî bal kişand ser peymana Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şeri û got: "Ji bo avakirina komîteyan lihevkirin hebû û ew hatin avakirin. Lê hin astengî li kêlek destwerdanên derve, ji bo dosyaya Bendava Tişrînê heta dosyaya perwerdeyê hebûn. Hin hêz hewl didin ajandeyên xwe ferz bikin û hin hêz jî naxwazin tawîzan bidin."

Mihemed Elî anî ziman ku ger ew bi serketinê ne bawer bûna nediketin dan û standinan, lê di heman demê de hişyarî li ser destwerdanên derve da û got: "Dibe ku desthilata Şamê bi heman nêrîna rejîma berê li rewşa Sûriyeyê dinêre û dixwaze ew navendî be û tu tawîzan nede û ev jî yek ji zehmetiyan e. Lê li hemberî wê Rêveberiya Xweser di 10 salan de destkeftiyên mezin bi dest xistin û ji bo pêkanîna çareseriyeke mayînde divê herdu alî ji bo berjewendiyên gelê Sûriyeyê tawîzan bidin.”

SÛRIYEYÎ BI DIYALOGÊ BAWER IN

Mihemed Elî destnîşan kir ku piştî ragihandina peymana Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şeri gelê Sûriyeyê ev peyman bi şahî û kêfxweşî pêşwazî kir û daketin kolanan û ev jî nîşan dide ku gelê Sûriyeyê bi diyalogê bawer e û got: “Em bi îsrar in dawî li şer û aloziyan bînin û ji bo çareseriyê diyalogê bingeh bigirin. Her wiha pêwîstî bi çawaniya dan û standina bi hêzên navneteweyî re heye ku veguherîna demokratîk pêk bê. Ev peyman dîrokî ye û wê serxistina wê îstîqrarekê li Sûriyeyê bîne."

REJÎMA BERÊ DIYALOGA DER BARÊ DOSYAYA PERWERDEHIYÊ DE RED KIR

Mijara duyemîn jî li ser qada perwedehiyê ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û ew ji aliyê cîgirê hevseroketiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Azad Elî ve hat rêvebirin.

Di serî de Elî got rejîma berê hemû pêşniyarên li ser dosyaya perwerdehiyê red dikirin û ev dosya mîna dosyayên din xeta sor didît ku axaftin li ser nabe û got: “Piştî hilweşîna rejîma berê Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê bi hevkariya rêxistina UNICEF danûstandin dest pê kirin. Di encamê de formeke erênî ji bo herdu aliyan hat diyarkirin.”

DESTHILATA ŞAMÊ LI SER XALÊN PEYMANÊ ÎMZE NEKIR

Elî diyar kir ku yekemîn mijarên wan li ser li hev kiriye mijara pêkanîna ezmûnên amadehî û navîn li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê , li kêlek mijarên din bûn. Wezareta Perwerdê ya Şamê ev belge ji desthilata Şamê re rakir, lê destûra nû ya ku desthilata Şamê derxistiye mafê şopandin û erêkirina li ser tevahî peymanan daye serokê wê. Ji ber wê desthilata Şamê ev lihevkirin red kir û heta niha li ser xalên wê erê nekiriye.

HEWL DEWAM DIKIN Û DERIYÊN ZANÎNGEHÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ LI PÊŞ TEVAN VEKIRÎ NE

Elî diyar kir ku Şamê lihevkirin sekinand û erê nekir û anî ziman ku hewldanên wan didomin û got: “Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser amadekariyên pêvajoya ezmûnan kir; navend diyar kir û rêzecivîn li dar xistin. Hin aliyên navneteweyî hene hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin."

Elî destnîşan kir ku Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser bang li UNICEF’ê kir ku ji bo vê peymanê divê aliyekî garantor hebe û ezmûn li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin pêkanîn û got: "Tu bersiveke erênî ji desthilata Şamê nehat dayîn. Deriyên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêş tevahî xwendekarên Sûriyeyî yên ku meteryalên Şamê dixwînin vekirî ne."

RÊVEBERIYA XWESER JI BO PÊKANÎNA ARAMIYA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ HAT DAMEZIRANDIN

Di mijara sêyemîn de ku hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê Dr. Salih El Zobe bi rê ve biriye bal li ser destkeftiyên Rêveberiya Xweser hat kişandin..

El Zobe diyar kir ku di salên destpêkê yên şerê de û tiştên Sûriyeyê ji komkujiyên hovane jiyaye diviyabû aliyekî bikaribûya ev herêm ji wêraniyê veguhasta îstîqrara hebûya, ji lew re biryara damezrandina Rêveberiya Xweser ku gelên herêmê biparêze hat dayîn û di 2014’an de hat damezrandin.

GELEK DESTKEFTÎ

El Zobe destnîşan kir ku destkeftiyên Rêveberiya Xweser pêk anîne nayên hejmartin û di dirêjahiya 10 salan de karî herêm biparasta û xizmetî wê bikira û got: "Ev rêveberî ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin û ew jî sedema serkeftina wê ye."

El Zobe wiha domand: “Karê bi dilsozî ya di nav saziyên Rêveberiya Xweser de wê ji me re armancên me dixwast pêk bîne. Gelên herêmê li hember parastina Rêveberiya Xweser ji zehmetiyan berpirsiyar in, tevî hebûna hin şaşiyan jî. Ji zehmetiyên herî mezin ên li pêşiya me çawaniya parastina Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeya pêşerojê ye.”

Di dawiyê de beşdaran nêrînên xwe parve kirin û girîngî bi diyaloga navxweyî ji bo pêkanîna çareseriyê, da.

(mh/fr)

ANHA