Li Dêrazorê liv û tevgera leşkerî ya Şamê

Hêzên hikumeta Şamê li dijî çeteyên DAIŞ’ê hêzeke mezin şand Dêrazorê.

Li Dêrazorê liv û tevgera leşkerî ya Şamê
1 adar, 2024   20:30
NAVENDA NÛÇEYAN

li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê Firqeya 17 ji Şamê ber bi Dêrazorê ve rê kir.

SOHR diyar kir ku firqeya navborî tevî maşîneyên leşkerî, panzer, çek û leşkeran ber bi Dêrazorê ve hatin rêkirin da ku li çolistanê operasyonekê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bide destpêkirin.

Li gorî SOHR, di 10’ê Sibatê de hikumeta Şamê firqeyên 17 û 18 ên "Dîfa El Wetenî" li derdora cihê petorlê yê Debiyat ê gundewarê rojhilatê Himsê bi cih kirin. Ev tevger hemwextî zêdebûna êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî hêzên Şamê pêk hat.

(bb)