Fermandarekî Pasdarên hat kuştin

Hate ragihandin ku di êrişa Îsraîlê ya li Sûriyeyê de fermandarekî Pasdarên Îranê hat kuştin.

Fermandarekî Pasdarên hat kuştin
1 adar, 2024   18:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Îranê (IRNA), li Sûriyeyê di êrişekê de ku tê texmîkirin ya Îsraîlê de endamekî hêzên deryayî ya Pasdarên Îranê hat kuştin. SOHR diyar kir ku fermandarê kuştî şêwirmendekî leşkerî li Sûriyeyê bû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di êrişa Îsraîlê ya li herêma Betraya  ya li derdora devera Baynayê ya parêzgeha Tertûsê ya li dijî avahiyekê de fermandarkeî îranî û 2 kesên pê re hatin kuştin. SOHR diyar kir ku avahî û malên derdorê wêran bûn û hejmarek sivîl ên nêzî cihê êrişê birîndar bûn.

(bb)