Li Dêrazorê 3 kargeh hatin vekirin

Bi armanca pêkanîna xwetêrkirinê ji berhemên kargehan, Komîteya Aboriya Civakî li gundewarê rojavayê kantona Dêrazorê 3 kargeh vekirin, bi wê re xebat ji 44 karkeran re peyda kir.

Li Dêrazorê  3 kargeh hatin vekirin
Li Dêrazorê  3 kargeh hatin vekirin
Li Dêrazorê  3 kargeh hatin vekirin
Li Dêrazorê  3 kargeh hatin vekirin
Li Dêrazorê  3 kargeh hatin vekirin
Li Dêrazorê  3 kargeh hatin vekirin
Li Dêrazorê  3 kargeh hatin vekirin
Li Dêrazorê  3 kargeh hatin vekirin
Li Dêrazorê  3 kargeh hatin vekirin
Li Dêrazorê  3 kargeh hatin vekirin
Li Dêrazorê  3 kargeh hatin vekirin
Li Dêrazorê  3 kargeh hatin vekirin
Li Dêrazorê  3 kargeh hatin vekirin
Li Dêrazorê  3 kargeh hatin vekirin
Li Dêrazorê  3 kargeh hatin vekirin
Li Dêrazorê  3 kargeh hatin vekirin
28 sibat, 2024   05:37
DÊRAZOR
KEWSER EL CASIM

 Ji bo pêkanîna encamên Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Îstîqrarê û piştgiriya saktora endustiriyê û dabînkirina derfetên kar, li kantona Dêrzorê saktora endustriyê bi awayekî berbiçav bi pêş dikeve. Bi wê re Komîteya Aboriya Civakî gelek avahiyên xizmetguzarî û endustirî hatin vekirin.

Komîteyê li herêma 7 Kîlo ya li rojavayê kantona Dêrazorê 3 kargeh vekirin; kargeha dermanên paqijiyê, kargeha tûrên naylon, kargeha jinûve bikaranîna blastîk.

Li gorî hevseroka Komîteya Aboriya Civakî Meryem El Himêdî, kargeha dermanên paqijiyê bi awayekî rojane hezar kartonên curbecur ji tevahî cureyên paqijiyê berhemd dide; lodalîna av, şampo, toza şûştina cilan. Her wiha kartone 10 kîlo ye. Ev derman li sûkên herêm tên firotin. Di kargehê de 12 karker bi 2 dewaman; sibehê û êvarê dixebitin.

Her wiha kargeha tûran jî bi awayekî rojane 500 kîlo berhem dide û tê de 12 karker bi 2 dewam dixebitin.

Her wiha kargeha jinûve bikaranîna blastîkê jî, blastîkên hatine bikaranîn dihelîne da ku ji nû ve bi kar bîne û sûdê jê wergirin. Kargeh rojane ji 500 heta 700 kîlo berhem dide û tê de 20 karker dixebitin.

Meryem wiha domand: "Armanc ji vekirina van projeyan xwetêrkirin pêk bê û derfetên kar ji şêniyan re bên peydakirin."

Li aliyekî din jî gerînendeyê pîşeyî ya kargeha jinûve bikaranîna blastîkê Elî El Hesen axivî û wiha got: "Armanca me rêjeya bêkariya li herêmê kêm bikin û em hewl didin karkeran zêde bikin û dê berhemdanê zêde bikin."

El Hesen wiha domand: "Blastîk di gelek merheleyan re derbas dibe; qutkirin, dûre hûrkirin, piştre şûştina bi madeyan, her wiha ziwakirin, sorkirin û piştre derxistina bo hebên biçûk ve û xistina tûran da ku bişînin kargean û madeyên blastîkî bên çêkirin."

(fr)

ANHA