Navenda Belgekirina Binpêkirinan: Divê sûcên dagirkeriyê li Sûriyeyê werin lêpirsîn

Navenda Belgekirina Binpêkirinan metirsiya xwe ya kûr der barê sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê pêk tînin de anî ziman, her wiha bang li rêxistinên hiqûqî kir ku li beramber sûcên şer hewldanên xwe zêde bikin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan: Divê sûcên dagirkeriyê li Sûriyeyê werin lêpirsîn
28 sibat, 2024   03:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeyê Navenda Belgekirina Binpêkirinan Mistefa Ebdî li ser sûcên şer ên li herêmên dagirkirî ji ajansa me re axivî û got bîlançoyên tên belavkirin beşeke biçûk ji sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê ye. Ebdî herêmên dagirkirî bi ˊkoloniyên girtîˊ bi nav kir.

Ebdî piştî çend rojan ji derxistina raporekê ji hêla navendê ve li ser girtina 41 kesan li Efrîna dagirkirî di navbera 2 hefteyan de ji hêla îstîxbarata Tirkiyeyê û çeteyên wê axivî.

Ebdî wiha domand: "Em der barê van binpêkirinên hovane yên mafên mirovan de li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê bi fikar in. Bi taybet xelkê resen ê Efrînê di van binpêkirinan re derbas dibin. Em bang li aliyê navneteweyî dikin ku destwerdanê bikin, sûriyeyiyan ji milîsên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk û êrişên dewleta Tirk ên li ser bajar, bajarok û gundan biparêzin. Em bang dikin ku lêpirsîneke zelal û serbixwe der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker de li ser sûcên şer û sûcên dermirovî, vekin."

Ebdî wiha domand: "Em bang li rêxistinên hiqûqî dikin ku hewldan û belgekirina binpêkirinan geş bikin, girîngiyê bidin rewşa mirovî û mafên şêniyan biparêzin, her wiha dagirkeriyê bi dawî bikin, koçberan vegerînin warên wan û revandiyan berdin."

Ebdî diyar kir ku bîlançoyên ku ew dişopînin beşeke biçûk ji sûcên tên kirine, hejmara mezin a sûcan veşartî û nayê şopandin. Ji ber ku xwegihandina li herêmên dagirkirî ku êdî bûne koloniyên girtî pir zehmet e û wiha pê de çû: "Di her gundekî de binpêkirinên herî hovane li girtîgehan tên kirin. Me ev mijar bi Komîteya Lêpirsîna Navneteweyî ya Serbixwe re parve kiriye."

Di dawiyê de Mistefa Ebdî got ew hewl didin hewldanên xwe zêde bikin da ku balê bikişînin ser rewşa mirovî li wan herêman û banga xurtkirina lêpirsîn û belgekirina zelal ji hêla tevahî rêxistinan dikin.

Di 2023ˊyan de zêdetirî 461 kes, di 2022ˊyan de zêdetirî 720 kesan hatin revandin. Navend ev kes bi nav belge kirin. Lê hejmara rast ji vê yekê pirî zêdetir e, hin nav hene malbatan aşkera nekirin. Li kêlek wê jî navendê nikarî xwe bigihanda girtiyan, her wiha sivîlên di bin îşkenceyê de hatine qetilkirin hatin şopandin û belgekirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka îsal ve 4 kes qetil kirin, her wiha 97 kes di nav de zarok û jin li Efrîna dagirkirî revandin.

Ji Adara 2018ˊan ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên revandin, qetilkirin, dizîn û talankirinê li dijî efrîniyên li Efrînê mane dewam dikin û bazirganiyê bi mal û milkên koçberên Efrînê dikin.

(fr)

ANHA