Berhemên aboriya bi pêşengiya jinan

Li kantona Dêrazorê 3 projeyên aboriyê ku ji aliyê 75 jinan ve tên birêvebirin, berhên xwe dan.

Berhemên aboriya bi pêşengiya jinan
Berhemên aboriya bi pêşengiya jinan
Berhemên aboriya bi pêşengiya jinan
Berhemên aboriya bi pêşengiya jinan
Berhemên aboriya bi pêşengiya jinan
Berhemên aboriya bi pêşengiya jinan
Berhemên aboriya bi pêşengiya jinan
Berhemên aboriya bi pêşengiya jinan
Berhemên aboriya bi pêşengiya jinan
Berhemên aboriya bi pêşengiya jinan
Berhemên aboriya bi pêşengiya jinan
Berhemên aboriya bi pêşengiya jinan
13 îlon, 2025   05:05
DÊRAZOR
UDEY EL ABDULLAH

Komîteya Kooperatîfan a Kantona Dêrazorê bi desteka Meclisa Aborî û Çandiniyê, li bajarên Hecîn, Kisra û Siwerê 3 proje vekirin. Her sê proje ji aliyê jinan ve tên birêvebirin û 75 jin sûdê jê werdigirin. Di vê xebatê de ji berhemên xwecih wekê leçer, sebzeyên kesidandî, şêranî, miloxiyê, dimisa îsotan û mekdûs tên çêkirin.

Der barê mijarê de hevseroka Komîteya Kooperatîfên Dêrazorê, Nûr El Ziyab diyar kir ku vekirina van projeyan yek ji plansaziya îsal (2025) a Meclisa Aborî û Çandinî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û got: "Meclisê ji bo pêşxistina hilbirîna xwecih û dabînkirina derfetên kar budceyek ji kooperatîfan re veqetandiye".

Nûr El Ziyab destnîşan kir ku ev xebat ji aliyê jinan ve tên birêvebirin û got, armanc pêşxistin rola jinan di qada aborî û kooperatîfan de ye.

Nûr El Ziyab di dawiyê de got: "Armanca me avakirina civakekê ye ku xwe dispêre berhemên xwe yên xwecih, rola jinan di vê civkê de girîng û bibandor be. Em hêvî dikin ku ev xebat bibin destpêka serkeftinên zêdetir û îlham bidin jinan ku beşdarî karê aborî û kooperatîfan bibin. Bi vî rengî em dikarin aboriya civakê pêş bixin."

(bb)

ANHA