Rûspiyê êla Derqorî: Hevdîtina bi Rêbertî re pêdiviyek e

Rûspiyê eşîra Deqorî ya Kurd diyar kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji aloziyên Rojhilata Navîn re çareserî ye û got: hevdîtina rasterast a bi Rêber Abdullah Ocalan bûye pêdiviyek.

Rûspiyê êla Derqorî: Hevdîtina bi Rêbertî re pêdiviyek e
13 îlon, 2025   06:05
QAMIŞLO
SÎMAV MEHMÛD

Forûma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) 5’ê Hezîrana îsal kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" da destpêkirin. Di 20’ê Tebaxê Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan kampanyaya li Sûriyeyê da destpêkirin. Kampanyaya ku di 10’ê Îlonê bi dawî bû, dê encamên wê 21’ê Îlonê werin aşkerakirin.

Rûspiyê eşîra Deqorî li bajarê Amûdê Nasir Deqorî der barê kampanyayê de ji ajansa me re axivî. Nasir Deqorî xwesteka xwe ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman û got, hizûra wî ya rasterast û nêrînên wî lêvegera esasî ya avakirina projeyeke demokratîk a hevpar ji bo tevahî Sûriyeyan e.

Nasir Deqorî diyar kir ku beşdariya pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê di kampanyayê de asta têghiştina wan a bi girîngiya yekitî û hevgirtina ji bo bidestxistina mafan û pêkanîna edaletê piştras dike û ev li gotinên xwe zêde kirin "Azadiya Rêber Abdullah Ocalan êdî xwestekeke siyasî tenê nîn e, lê belê bûye dozeke mirovî û exlaqî ku daxwaza bi mîlyonan kesî îfade dike. Em bi israr in ku heya pêkanîna vê xwestekê têkoşînê bidomînin."

Nasir Deqorî li ser tevlêbûna xwe ya kampanyayê jî ev tişt anî ziman "Beşdarî vê kampanyayê bûme, ji ber di wê baweriyê de me ku nêrînên Rêbertî û şêwazên wî yên analîzkirinê kilîtên cewherî yên çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn e.  Pir kes dixwazin rasterast wî bibînin û pê re nîqaşê bikin, ji ber ku nêrînên wê yên li ser têgehîn çareserî û demokasiyê kûr in. Bi diyaloga rasterast a li gel wî re nirxandinên wî bêtir tên fêmkirin û nêzî cewhera çareseriyê dibin. Ji ber vê yekê em dibêjin ku azadkirina wî ji girîgeha girava Îmraliyê gava bingehîn a ber bi pêkanîna vê armancê ve ye."

Nasîr destnîşan kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan her tim bangek eşkere ji bo aştî û avakirina civakek demokratîk a li ser bingeha rêgezên jiyana hevbeş a di navbera gelan de ye û wiha pê de çû "Cewhera vê bangê û encamên berbiçav ên ku dikare bîne, bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne. Lew ra gelek kes li benda hevdîtina rasterast a bi wî re ne. Gaveke dirust a berhemdar ji bo hemû gelan di azadiya Rêber de ye. Kengî ev yek pêk were hingî em dikarin bi hev re, mil bi mil, bi gavên xurt ber bi siberojek hevpar ve bimeşin."

Nasir Deqorî anî ziman ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo siberojê îlham e û ev li goitnên xwe zêde kir: "Rêbertî rêya me ronî dike. Bi nêrînên wî em dikarin gavên mezin ber bi guherînê ve biavêjin. Di hemû qonaxên ku herêmên me tê re derbas bûn de, Rêber Abdullah Ocalan bi felsefeya xwe kûr kesayetê yekane bû ku çareseriyên realist ji şer û aloziyên li Rojhilata Navîn re pêşkêş kirin. Rêbertî xwedî hêzeke fikrî ye dikare pirsgirêkên heyî çareser bike. Ji ber vê yekê divê li nav me azad be, ne li girava Îmraliyê di tecrîdê de be."

Nasir Deqorî di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir ku tev li kampanyayê bibin û got "Hêviya me mezin e ku tevahiya cîhan tev li vê kampnyayê bibin, da ku armanca me ya hevbeş a azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi cih were."

(bb)

ANHA