Sala nû ya perwerdeyê sibe dest pê dike 

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala nû ya perwerdeyê de wê 713 hezar û 554 xwendekar li 3 hezar û 647 dibistanan dest bi perwerdeyê bikin.

Sala nû ya perwerdeyê sibe dest pê dike 
13 îlon, 2025   04:05
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Sala perwerde û fêrkirinê ya 2025-2026 li Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wê sibe (14 îlon) destpê bike. 

Li gorî agahiyên ku Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Semîra Hec Elî dane ajansa me, îsal li 3 hezar û 647 dibistanan, wê 713 hezar û 554 xwendekar û 35 hezar û 513 mamoste dest bi sala nû bikin.

4 MILYONEK PIRTÛK

Semîra Hec Elî diyar kir ku di çarçoveya nûkirina mufredat û materyalên dibistanan de, wana milyonek pirûk çap kirine û her pirtûkek ji wana jî dê wekî 3 kopiyên cuda werin çapkirin. Li gorî Semîra Hec Elî wê bi giştî 4 milyon pirtûk werin çapkirin.

MATERYALÊN BI SÊ ZIMANAN

Semîra Hec Elî da zanîn ku materyalên hatine nûkirin, bi zimanên fermî yên herêmê, ango bi Kurdî, Erebî û Suryanî hatine amadekirin. Semîrayê got: “Îsal dê beşa duyemîn a materyalên sererastkirî ku balê dikişînin ser pêşxistina ramana rexnegir, perwerdehiya sivîl, zanist û ziman werin dayîn. Mafê her zarokekî/ê heye ku bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibe."

Hevseroka Desteya Perwerdeyê anî ziman ku li hemû kantonan amadekariyên wan ber bi dawiyê ve çûne û got ku bi taybetî li herêmên ku koçber lê bicih bûne xebat didomin.

Semîra diyar kir ku 95 dibistanên ku koçber lê hatine bicihkirin, hîn nehatine valakirin û ev agahî dan "Li Tebqayê 32, Cizîrê 32, Reqayê li 31 dibistanan koçber hatine bicihkirin. Ji wan jî xebat tên meşandin.

(bb)

ANHA