Qanûna Dabeşkirina Îdarî tê amadekirin

Hevserokê Desteya Hiqûq û Edaletê ya Rêveberiya Xweser Meşleb El Tirkan da zanîn ku Qanûna Dabeşkirina Îdarî tê amadekirin û di demeke kurt de wê derkeve. Bi qanûnê re wê hejmara şaredariyan û sînorên îdarî bên diyarkirin.

Qanûna Dabeşkirina Îdarî tê amadekirin
25 nîsan, 2024   03:45
REQA
EHMED EL ESAF

Di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên şaredariyan ku dê 30’ê Gulanê li Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bê pêkanîn de, Qanûna Dabeşkirina Îdarî tê amadekirin. 

Hevserokê Desteya Hiqûq û Edaletê Meşleb El Tirkan derbarê amadekirina qanûnê de agahî dan ANHA’yê.

El Tirkan bibîr xist ku beriya niha Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan, Qanûna Şaredarî û Yekîtiya Şaredariyên Demokratîk û Qanûna Hilbijartinên Şaredariyan hatiye derxistin; niha jî amadekariyên Qanûna Dabeşkirina Îdarî tê kirin.

El Tirkan diyar kir ku qanûn wê di demeke kurt de bê temamkirin û pêşkêşî Meclîsa Gelan a Demokratîk bê kirin.

Li gorî qanûna ku dê derkeve wê sînorên îdarî, hejmara şaredariyan û hejmara şêniyan her jiyangehekê bê diyarkirin.

El Tirkan destnîşan kir ku Desteya Hiqûq û Edaletê serî li Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kiriye ku ji tevahiya kantonan hejmara şêniyan bên diyarkirin.

(fr/a)

ANHA