Li Dêrazorê êriş: Sivîlek jiyana xwe ji dest da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku şaneyên DAIŞ`ê êriş bendeke kontrolê ya hêzên wê li Dêrazorê kiriye û di encamê de sivîlek jiyana xwe ji dest daye.

Li Dêrazorê êriş: Sivîlek jiyana xwe ji dest da
3 tebax, 2025   18:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku şaneyeke DAIŞ`ê êriş bendeke wê li Dêrazorê kiriye.

Berdewamiya daxuyaniyê bi vî rengî ye: “Şaneyeke terorîst rê li ber sivîlên ku li nêzî yek ji xalên kontrolê yên hêzên me li bajarokê Dirinc ê rojhilatê Dêrezorê derbas dibûn girt. Vê şaneyê yekser mermî li endamên xala kontrolê reşand dema ku ew erkên xwe yên ewlehiyê ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê pêk dianîn.

Di dema êrîş û gulebarana li ser endamên me de, sivîlek li nêzîkî cihê bûyerê bû, birîndar bû û di encamê de wefat kir. Hêzên me bersiv dan lê êrîşkar reviyan.

Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek xemgîn in ku bûyerek wisa bi êş radigihînin. Em sersaxiyê ji malbata kesê wefat kiriye re dixwazin û piştrast dikin ku lêpirsîn ji bo diyarkirina vê bûyerê, şopandin û hesabpirsînê ji koma êrîşkar didomînin.”

(şx)