Li Heleb û Kobanê şehîdên komkujiya Şengalê hatin bibîranîn

Li Heleb û Kobanê êzidî, partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser ya Firatê,  şehîdên Şengalê bi daxuyaniyekê bi bîr anîn û daxwaza lêpirsîneke adil, naskirina çarenûsa windayan û rizgarkirina kesên revandî kirin.

Li Heleb û Kobanê şehîdên komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
Li Heleb û Kobanê şehîdên komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
Li Heleb û Kobanê şehîdên komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
Li Heleb û Kobanê şehîdên komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
Li Heleb û Kobanê şehîdên komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
Li Heleb û Kobanê şehîdên komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
3 tebax, 2025   18:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Di salvegera 9’emîn a komkujiya Şengalê de, Êzidî  û partiyên siyasî li bajarê Kobanê û Helebê bi daxuyaniyên cûda şermezar kirin û hemû şehîdên komkujiya 3`yê Tebaxa 2014’an ku li dijî Êzidiyan pêk hatiye, bi bîr anîn.

Li Helebê, Mala Êzidiyan daxuyaniyek da ku hevserokên Mala Êzidiyan Menan Cafer û Şêrîn Çawîş li Meydana Şehîdan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê xwendin.

Daxuyanî bi amadebûna endam, jin û mêr, û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hemû komkujî bi zanebûn li dijî koka kurdyatiyê û pirengiya ol pêk hat.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser hişyariyên berê yên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser vê xetereyê û înstiyafîa wî ya siyasî û bang li hêzên demokratîk hate kirin ku piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser a Şingalê û ji berpirsiyarên komkujiyê hesabê bipirsin.

Partiyên Siyasî yên kantona Firatê bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kir û teqez kir ku ev sûcekî li dijî ol û neteweyeyê bû ku divê sûcdar di dadgehên navneteweyî de werin darizandin.

Partiyan di daxuyaniya xwe de anîn ziman ku divê mafê êzidiyan were parastin û ev komkujiyên ku li dijî wan pêk hat, were naskirin, banga lêpirsîneke serbixwe ya navneteweyî û pişgiriya pirojeya siyasî ya demokratîk ku mafê hemû pêkhateyan biparêze, kir.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê, di daxuyaniyekê de ji bajarê Kobanê, piştgiriya xwe ji bo gelê Şingalê piştrast kir û modela wan a rêveberiya xweser û parastina xwe pesinand.

Her wiha tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna edaletê, eşkerekirina çarenûsa windahiyan û azadkirina kesên revandî kir.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji îradeya civaka êzidî re rêzê bigirin.

(ac/şx)

ANHA

HELEB

KOBANE