Li Dêrazorê êriş: 3 endamên HTŞˈê birîndar bûn

Li gundewarê rojihilatê Dêrazorê di êrişeke bombeyî de 3 endamên dezgeha ewlehiya giştî ya rêveberiya HTŞˈê birîndar bûn.

Li Dêrazorê êriş: 3 endamên HTŞˈê birîndar bûn
13 ÇILE, 2025   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bajarê Bû Kemal ê rojhilatê Dêrazorê 3 endamên hêzên ewlehiya giştî ya rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) di êrişekê de birîndar bûn.

SOHRˈê diyar kir ku êrişa dema dewriyaya hêzên ewlehiya giştî ya rêveberiya HTŞˈê derbas dibû, pêk hat.

Li gorî SOHRˈê,  êriş bi bêrya bombeyeke destan ji aliyê çekdarên eşîra El Cefafiye ve hate kirin.

(bb)