Li Dêrazorê di navbera çeteyênˋDîfa El Wetenîˊ de pevçûnên dijwar

Li ser paşxaneya parvekirina kel û pelên diziyê, li taxa Cibêlê yê bajarê Dêrazorê di navbera çeteyên berê yên ˋDîfa El Wetenîˊ de pevçûnên dijwar rû dan. Di encamê de zirarên madî li herêmê çêbûn; camên gelek erebeyan şikiyan û zirar bi dikanên bazirganiyên li sûka sereke ya taxê bûn.

Li Dêrazorê di navbera çeteyênˋDîfa El Wetenîˊ de pevçûnên dijwar
21 kanûn, 2024   20:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li taxa Cibêlê yê bajarê Dêrazorê ku êdî di bin kontrola "Heyet Tehrîr El Şam" de ye di navbera çeteyên berê yên ˋDîfa El Wetenîˊyên girêdayî rejîma Esed de pevçûnên dijwar rû da. Ew pevçûn li ser paşxaneya dabeşkirina kel û pelên diziyê bûn.

SOHRˋê diyar kir ku di encama pevçûnan de zirarên mezin bi herêmê bûn, her wiha camên gelek erebeyan hatin şikandin, dikanên bazirganiyên ên li sûka sereke ya taxê hatin talankirin.

Ji ber pevçûnan xelkê taxê tirseke mezin xwar û neçar man ji malên xwe derkevin.

Duh jî, 2 çekdarên nenas ku li motorsiklêtê siwar bûbûn gule li 3 kesên li kolana Sicin (girtîgehê) ya bajarê Dêrazorê barandin, di encamê de her sê kes birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyan.

(fr)