Hejmara çeteyên li Bendava Tişrînê hatine kuştin bû 52

Di pevçûnên îro yên li derdora Bendava Tişrînê de di nav de serçete 52 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin, 2 wesayîtên zirxî û tankek çeteyan hatin rûxandin û gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin.

Hejmara çeteyên li Bendava Tişrînê hatine kuştin bû 52
21 kanûn, 2024   22:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê beriya çend kêliyan agahiyên nû parve kirin û diyar kir ku piştî nuqteyên kombûna çeteyan hatin hedefgirtin hejmara kuştiyên çeteyên dewleta Tirk adagirker zêde bû.

Li gorî agahiyên meclisê, piştî zêdetirî 12 saetan ji pevçûnên dijwar, çete revîn û dûre careke din li nuqteyeke leşkerî ya li nêzî Bendava Tişrînê bi cih bûn. Bi wê re ew bûn hedefa hêzên me, gelek ji wan hatin kuştin û birîndar bûn. Bi giştî di pevçûnên îro de 52 çete hatin kuştin.

(fr)

ANHA