Li Dêrazorê DAIŞ’iyek hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çeteyekî şaneyên DAIŞ’ê li Dêrazorê girt.

Li Dêrazorê DAIŞ’iyek hat girtin
Li Dêrazorê DAIŞ’iyek hat girtin
Li Dêrazorê DAIŞ’iyek hat girtin
Li Dêrazorê DAIŞ’iyek hat girtin
23 sibat, 2025   20:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê girtina çeteyekî DAIŞ’ê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê de hat gotin ku di çarçoveya operasyonên ewlehiyê yên domdar ên dîspilîna ewlehî û têkoşîna dijî terorê de, hêzên taybet û Saziya Ewlekariya Giştî bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî di 21’ê Sibatê de çeteyekî şaneyên DAIŞ’ê li bakurê Dêrazorê girt.

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî şopandina ji hêla Saziya Ewlekariya Giştî û diyarkirina cihê terorîst, hêzên taybet bi ser cihê wî de girtin û ew bêyî ku tu zirar bibin, girtin. Terorîstê hatiye girtin destê wî di kiryarên siûqastkirin, veguhestina çekan û teqemeniyan de heye.

(fr)