Toreke tawankar li kantona Cizîrê hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê toreke tawankar a ji 5 kesan pêk dihat ku sûcên çekdarî, revandin û diziyê li kantona Cizîrê pêk anîn, girt.

Toreke tawankar li kantona Cizîrê hat girtin
Toreke tawankar li kantona Cizîrê hat girtin
Toreke tawankar li kantona Cizîrê hat girtin
23 sibat, 2025   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî der barê girtina toreke tawankar li bajarê Şedadê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Nivîsgeha Têkoşîna Dijî Tawanan a bajarê Şedadê bi hevkariya nivîsgeha li bajarê Hesekê toreke tawankar ku ji 5 kesan pêk dihat, ku destên wan di sûcên çekdarî, revandin û diziyê de heye, girt."

Navendê di daxuyaniya xwe de ev tişt got: "Ev operasyon di 5’ê Sibatê de, piştî agahiyên teqez ji Nivîsgeha Têkoşîna Dijî Tawanan re hatin şandin ku toreke tawankar heye pêk hat. Bi wê re aliyên têkildar dest bi lêpirsîn û rapirsînan kir û di encamê de 2 tawanbar hatin girtin."

Di dewiya daxuyaniya navendê de ev tişt hat got: "Endamên torê di lêpirsînan de li xwe mikur hatin ku gelek sûcên dizî û revandinê pêk anîne. Armanca wan jî ji van sûcan fidyeyan ji malbatên revandiyan bixwazin ku wan serbest berdin. Hêzan ew ji Dozgeriya Giştî re veguhestin ku tedbîrên qanûnî û guncaw li dijî wan werin girtin. Her wiha klaşînkov, çeka bumbikşin, telefon û cercora klaşînkovê."

(fr)