Netanyahu xwest ku başûrê Sûriyeyê "bêçek" be

Benjamin Netanyahu xwest ku "başûrê Sûriyeyê bi tevahî bêçek" be.

Netanyahu xwest ku başûrê Sûriyeyê "bêçek" be
23 sibat, 2025   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di xîtaba xwe ya li pêşberî beşa nû ya serbazan li Holonê yê başûrê Til Avîvê de got, "Em nahêlin hêzên rêxistina Heyet Tehrîr El Şam an jî artêşa nû ya Sûriyeyê bikevin başûrê Şamê."

Netanyahu di berdewama gotina xwe de got: "Em bang dikin ku başûrê Sûriyeyê bi tevahî bêçek be." Her wiha Netanyahu destnîşan kir ku wê hêzên Îsraîlê li Cebel El Şêx û herêma bêçek a li Sûriyeyê heta demeke nediyar bimînin.

Her wiha Netanyahu anî ziman ku ew pabendî parastina durziyên li başûrê Sûriyeyê ne û wê Îsraîlê li hember her gefeke li dijî wan bisekine.

(fr)