Li Dêrazorê 4 kes bi sûcê diziyê hatin binçavkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kantona Dêrazorê 4 kes bi sûcê diziyê binçav kirin.

Li Dêrazorê 4 kes bi sûcê diziyê hatin binçavkirin
5 gulan, 2025   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a  Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku Nivîsgeha Têkoşîna Dij Sûcan a Dêrazorê 1’ê Gulanê kesek binçav kir ku li milkên giştî didizî û xirab dikir. "

Navendê ragihand ku Hêzên Dijî Tewanan jî sê kes girtin ku roja Şemiyê (3’ê Gulanê), li bakurê Dêrazorê diziya malekê dikirin û ev agahî parve kirin: " Piştî ragihandina welatiyekî ku mala wî hatiye dizîn, tîmên taybet ên lêpirsînê dest bi karê xwe kirin. Hêzan karîn sûcdaran nas bikin. Di lêpirsîna destpêkê de her sê kes li xwe mikur hatin ku sûc kirine û kelûpelên dizîne jî firotine."

Hêzên Ewlekariyê diyar kirin di berê bûyerê de lêkolîn dewam dike û wan kesan sewqî dadgehê bikin. Her wiha bang li welatiyan kir ku ji bo ewlehî û aramiyê herêmê bibin alîkar.

(bb)

ANHA