Li Dêrazorê 3 sûcdar hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gundewarê Dêrazorê, 2 dizên motorsiklêtan û kesekî ku hewl da sûcê kuştinê pêk bîne û zirar bi mal û milkên welatiyan kiribû, girtin.

Li Dêrazorê 3 sûcdar hatin girtin
Li Dêrazorê 3 sûcdar hatin girtin
17 mijdar, 2024   19:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku hêzan li bajarokê Geranîc ê rojhilatê Dêrazorê kesekî ku hewl da sûcê kuştinê pêk bîne, girt. Li gorî agahiyan, wî kesî hewl dabû ji ber nakokiyên malbatî kesekî din bikuşta û zirar gihandibû mal û milkên welatiyên li heman bajarokî.

Li gorî navendê, li ser giliyên welatiyekî ku motorsiklêt ji pêş mizgefta bajarokê Dehlê yê rojhilatê Dêrazorê ji hêla 2 kesan ve hatiye dizin, hêzan piştî lêpirsîn û lêkolînê ew her du diz girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku ew ji bo pêkanîna aramî û aştiyê li herêmê, tevahî dosyayên cînayetê, dizan û kesên hewl didin tevliheviyê pêk bînin dişopînin û di nava xebatê de ne.

(mh/fr)