Di teqîna motorsiklêta bombebarkirî de 3 şervanên QSDˋê birîndar bûn

QSDˋê ragihand ku di teqîna motorsiklêta bombebarkirî li bajarê Hesekê de 3 şervanên wan birîndar bûn.

Di teqîna motorsiklêta bombebarkirî de 3 şervanên QSDˋê birîndar bûn
17 mijdar, 2024   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) beriya çend kêliyan agahiyên der barê teqîna vê êvarê ya li Hesekê de çêbûye, parve kirin.

Li gorî navenda QSDˋê, saet di 5:40ˋan vê êvarê de, şaneyên rêxistina DAIŞˋê ya terorîst motorsiklêteke bombebarkirî ku xwekujekî diajot li nêzî Çerxerêya Panorama ya li ser rêya Spî-Hesekê teqand, di encamê de 3 şervan bi sivikî birîndar bûn.

(fr)