Ajokarê motorsiklêta bombebarkirî hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û xelkê taxa Hoşa El Bair a bajarê Hesekê ajokarê motorsiklêta duyemîn a bombebarkirî li bajarê Hesekê girtin.

Ajokarê motorsiklêta bombebarkirî hat girtin
17 mijdar, 2024   18:53
HESEKÊ

Li başûrê bajarê Hesekê li ser rêya giştî ya di navbera kantona Reqa û bajarê Hesekê de ku bi "Rêya Spî" tê naskirin motorsiklêtek teqiya û ajokarê motorsiklêta duyemîn a bombebarkirî, motorsiklêt ber bi taxa Hoş Bair a Hesekê ve revand.

Nûçegihanê me aşkera kir ku xelkê Hoş Bair, di dema serdegirtina Hêzên Ewlekariya Hundirîn de, rê li pêş ajokarê motorsiklêtê girtin û hêzên ew ajokar girt.

(fr)

ANHA