Li Minbicê komkirina îmzeyan dest pê kir

Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a kantona Minbicê dest bi komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Li Minbicê komkirina îmzeyan dest pê kir
17 sibat, 2024   15:33
MINBIC

Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bi daxuyaniyekê destpêkirina hemleya komkirina îmzeyan ragihandibû.

Endamê însiyatîfê Zekeriya El Hesen daxuyanî li pêşiya avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan kete sala 26’an. Hêzên kapîtalîst ên hegemon, di wê baweriyê de bûn ku bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, dê fikra rizgariyê tune bike. Lê belê Rêbertî bi berxwedana xwe ew komplo têk bir.

Li ser vê bingehê û baweriya ku azadî layîqî Rêbertî ye, rêya xilasiyê tenê di perspektîfên wî de nixumandiye, her wiha li ser bingeha nirxên exlaqî ji bo piştgiriya doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan em radigihînin ku şêniyên bajêr û endamên însiyatîfê tev li hemleya komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dibin."

(şx)

ANHA