Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Minbicê topbaran dikin

Di van kêliyan de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê El Safî yê gundewarê kantona Minbicê topbaran dikin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Minbicê topbaran dikin
8 mijdar, 2024   18:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê El Safî yê bakurê rojhilatê bajarê Minbicê bi topên hawan û obîsan topbaran dikin.

Di heman demê de jî nuqteyekî hêzên hikûmeta Şamê li heman gundî hate topbaran kir.

(mh)