Li Derayê teqîn: Leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin

Li Derayê di encama teqîna bombeyekê de leşkerekî hêzên hikuemta Şamê hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Li Derayê teqîn: Leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin
16 cotmeh, 2024   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandin ku di encama teqîna bombeyekê de ku ji aliyê kesên nenas ve hatiye danîn, leşkerekî "Lîwa El Samin" hate kuştin û yekî din ê ji bajarê Inxil ê bakurê Derayê birîndar bû. Hate zanîn dema her du leşker li motorsîklêtekê siwar bûbûn, bombe bi wan de teqiyaye.

Li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de ji ber ku nikare rewşa ewlehiyê li wan herêman kontrol bike, gelek bûyerên kuştinê rû didin.

(şx)