Li Efrînê sûcên çeteyên dewleta Tirk bê navber didomin 

Li Efrînê ya dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyek revand, hinarên şêniyekî dizîn, 14 dar birîn û malek firot.

Li Efrînê sûcên çeteyên dewleta Tirk bê navber didomin 
16 cotmeh, 2024   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker duşemê (14 Cotmeh) şêniyê bi navê Mihemed Welîd Îsa (45) li ser rêya Tirindê ya li başûrê bajarê Efrînê revandiye. Îsa beriya hefteyekê ji Lubnanê vegeriyabû.

Çeteyan 14`ê Cotmehê mewsima zeytûnê ya şêniyê bi navê Mihemed Mûse, Ehmed Casim, Nûrî Mûsa, Îmad Henan, Mihemed Henan û Ehmed Henan ku zeviyên wan li nêzî gundên Qeretebe û Qirtqilaqê yên bajarê Şerayê ne, dizîn.

Malbatên çeteyan jî 14 darên hinarê ji zeviyeke li nêzî gundê Êndarê dizîn. Zevî yê şêniyê bi navê Hisên Hemo yê ji Êndarê ye.

Çeteyekî ji bajarokê Doma yê Şamê mala şêniyê bi navê Mihemed Hesen ê ji gundê Stêr ê Efrînê li beramber hezar û 600 dolarî firot çeteyekî din. Beriya ku bifiroşe mal dabeşî du beşan kiriye.

Rêxistinê da zanîn ku li Çerxerêya Kawa ya bajarê Efrînê duh li ser desteserkirina dikana şêniyê bi navê Xalid Mihemed ê ji Recoyê  ku li nêzî çerxerê ye, bi hev ketine.

(şx)