Ji bo parastina hêşînahî û çêregehan nivîsgehek hat avakirin
Desteya Çandinî û Avdanê ya Kantona Reqayê ji bo parastina hêşînahî û çêregehan nivîsgehek ava kir.
Li kantona Reqayê ji ber kêmbûna baranê, hişkesaliya çend salan li pey hev û çêrandina bê ser û ber, hêşînahî û çêregeh û pê re jî pez kêm bûye.
Desteya Çandinî û Avdanê û Desteya Jîngehê ji bo parastina hêşînahiyê di nava hewldanan de ne. Di vê çarçoveyê de gelek projeyên çandina daran pêk anîbûn.
Li gorî lêkolînan, ji herêmên ku herî zêde bi çolbûyînê re rû bi rû ne, başûrên kantonên Reqa, Dêrazorê, Tebqa û Hesekê ne. Li gorî lêkolînan çolbûyîn herêmên bakur û yên navîn jî dide ber xwe.
Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê, Nivîsgeha El Badiye (Çolistan) ava kir.
Têkildarî xebatên Nivîsgeha Badiye rêveberê nivîsgehê endazyar Ehmed Salih diyar kir ku nivîsgeh bi hevserokatî û beşên zabîte, qanûnî û arşîvê ji 11 endaman pêk tê û got erka nivîsgehê parastina çêregeh û hêşînahiyê ye.
Salih got endamên nivîsgehê bi meclisên gel û rûspiyên bajarokên li melbendê (beyar) re dicivin, xebatên nivîsgehê bi wan didin nasîn û girîngiya parastina xwezayê û cezayên binpêkirinan şîrove dikin.
Salih anî ziman ku nivîsgeh belavokên têkildarî girîngiya parastina çêregehan û çawaniya rêgirtina li ber çolbûyînê belav dike.
Melbenda Reqayê ji 3 beşan; a Miêzîla û Bîr Seîd ên bakurê Reqayê, ya Kerama û Hews li rojhilatê kantonê, her wiha ya Şamiya li başûrê Reqayê pêk tê.
Li melbenda Reqayê hin cureyên nebatan wekî pûnga bejî, beybûn, rîhan û zehtira bejî, hermel, bacanên reş ên bejî, feltîşok, pojan û agul çêdibin.
(bb)
ANHA