Li Derayê şer û alozî

Piştî girtina ciwanekî ji aliyê îstîxbarata leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê ve, li bajarên Casim û Inxil ên Derayê de şer di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên xwecih de derket.

Li Derayê şer û alozî
8 mijdar, 2024   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bajarên Casim û Inxil ên Derayê de şer di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên xwecih de şer derket.

SOHR’ê têkildarî sedema derketina şer da zanîn ku beşa îstîxbarata leşkerî ya hikumeta Şamê 2ˈyê Mijdarê ciwanek ji bajarokê Kerk ê li rojhilatê Derayê ku ji bo tedawiya kurê xwe yê nexweşê penceşêrê diçû Şamê, revand û birin cihekî nediyar.

SOHR’ê da zanîn ku çekdarên xwecih ên li Derayê ji bo serbestberdana wî ciwanî rêya Şam-Emanê ya li gundewarên Derayê bir û êrişî navenda "Ewlehiya Dewletê" ya li bajarê Inxilê kir.

Li gorî SOHR’ê, hêzên hikumeta Şamê îro li bendên kontrolê yên li derdora bajarên Inxil û Casimê seferber bûn û hêzeke zêde lê bi cih kirin.

Hate diyarkirin ku li benda kontrolê ya Xariya ya rojhilatê Derayê şerekî dijwar di rû da. Her wiha hate destnîşankirin ku çekdarên xwecih li derdora bajarê Kerk û derdora bejarokê Milîhaya Rojava yên li rojhilatê Derayê êrişî bendên kontrolê yên hêzên îstîxbarata hewayî kir û şer derket. Der barê kuştî û birîndaran de agahî nehatin dayîn.

(bb)