Çalakiyên MAK’ê li Êlihê Şirnax û Mêrdînê didomin

MAK’ê li taxên Êlihê, Şirnex û Mêrdînê ên bakurê kurdistanê li dijî desteserkirina vîna gel daketin û polîsên Tirk ên dagirker de şer derket.

Çalakiyên MAK’ê li Êlihê Şirnax û Mêrdînê didomin
8 mijdar, 2024   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) Li navçeya Şirnex Silopiyayê, kolanên Êlihê û Li navçeya Kerboran a Mêrdînê ya bakurê Kurdstanê ciwan li dijî desteserkirina vîna gel daketin qadan. 

Polîsên Tirk ên dagirker bi wesayîtên zirxî û bombeyên gazê êrîş kir, milîsên MAK’ê jî bi bombeyên destan hatine çêkirin û fîşekên hewayî bersiv da polîsên Tirk ên dagirker.

Li navçeya Şirnex Silopiyayê, qereqola Tirk a dagirker ku êrîşî çalakiya protestoyî ya gel a li dijî qeyûman kir, bû hedefa ciwanan.

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê jî ciwan daketin kolanan.