Hizbullahê êrişî balafirgeh û baregehên Îsraîlê kir

Hizbullahê ragihand ku wê êrişî balafirgehekê û 2 baregehên Îsraîlê kiriye.

Hizbullahê êrişî balafirgeh û baregehên Îsraîlê kir
8 mijdar, 2024   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullaha Lubnanê ragihand ku wan baregeha deryayî ya Stella Maris û balafirgeha Ramat David ên li Heyfayê bi moşekan topbaran kirine.

Di daxuyaniya Hizbullahê de ev agahî hatin parvekirin: "Me sibeha înê, saet di 08.00ˈan de baregeha deryayî ya Stella Maris (baregeha stratejîk a şopandin û çavdêriyê) ku li bakurê rojavayê Heyfayê ye, bi moşekan kirin hedef."

Hizbullahê di daxuyaniyeke din de jî ragihand ku wê bi moeşkan li baregeh û balafirgeha Ramat David a li başûrê rojhilatê Heyfayê xistiye.

(bb)