Dagirkeran li bejahiya Minbicê zarokek û kesek birîndar kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî 2 gundên Minbicê kir. Di êrişan de yek ji wan zarok, 2 kes birîndar bûn.

Dagirkeran li bejahiya Minbicê zarokek û kesek birîndar kirin
1 mijdar, 2023   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku balafireke bêmirov û biçek a arêtşa Tirk a dagirker duh (31 Cotmeh) li gundê Toxar ê bakurê bajarê Minbicê êriş pêk aniye. Hat destnîşankirin ku hemwextî êrişa balafira bêmriov, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Ewn Dadat ê bakurê bajêr jî topbaran kiriye û di encamê de yek ji wan zarok, 2 kes birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya navendê, her du gundên êriş lê hatine kirine bi sivîlan dagirtî ne û armanc ji êirşan tirsandin û koçberkirina gundiyan e.

(c)