Xelkê Zor Ava yê Şamê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin

Xelkê taxa Zor Ava ya Şamê bi çalakiyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kir ku ev êriş nîşaneya dijminahiya wê ji gelên herêmê re ye.

Xelkê Zor Ava yê Şamê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
26 cotmeh, 2024   20:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Şamê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de endamê PYDʹê Ebdurehman Yûsif li ser navê PYDʹê daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî binesazî, cihên stratejîk û avahiyên xizmetguzariyê hatin şermezarkirin.

Her wiha hat gotin di demekê de Rêveberiya Xweser sûriyeyiyên ji Lubnanê tên û penaberên Lubnanê pêşwaz dike, dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmê dike, ev yek nîşan dide ku çiqas dijminahiya gelên herêmê dike. Her wiha bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên navneteweyî hat kirin ku bi erkên xwe rabin û van êrişên barbarî û dûrî nirxên mirovî û exlaqî bi dawî bikin.

Di dawiyê de diruşmên ʹşehîd namirinʹ, ʹJin, Jiyan, Azadîʹ ûʹBê Serok Jiyan Nabeʹ hatin berzkirin.

(fr)