Li Derayê cenazeyek hat dîtin

Li bajarê Dera El Beled cenazeyê kesekî hat dîtin ku bi guleyan hatibû kuştin.

Li Derayê cenazeyek hat dîtin
15 sibat, 2026   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li goristana taxa Behar a devra Dera El Beled a bajarê Derayê cenazeyê kesekî hat dîtin ku bi guleyan hatibû kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku "kesê hatiye kuştin di salên şoreşê de koçî bakurê Sûriyeyê kiribû û piştî ketina rejîma Baasê vegeriya bajarê xwe."

Aliyên têkildarî heya niha der barê bûyerê de tu agahî nedane.

(bb)