Li Derayê cenazeya şêniyekî hate dîtin

Li gundewarê bakurê Derayê şêniyan cenazeya welatiyekî hatiye kuştin, dît.

Li Derayê cenazeya şêniyekî hate dîtin
17 mijdar, 2024   16:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku şêniyên bajarê Derayê, cenazeyê şêniyekî hatiye kuştinli nêzî mizgefta El Rîfaî ya li bajarê Senamên ê bakurê Derayê dît. Li cenazeyê şopên guleyan hebûn. Sedem çi ye û kirdekar kî ne, nehatin zanîn.

Li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de tevliheviya ewlehiyê berdewam e. Li gorî SOHR`ê ji destpêka 2024`an ve 296 sûc hatine kirin. Hinek jê di encama şîdeta malbatî yan jî diziyê de û sedema gelekan jî nayê zanîn. Di encama wan bûyeran de 330 kes hatine kuştin.

(şx)