Jinan ji bo Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xist

Jinên li kantona Reqayê bi armanca şermezarkirina pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xist.

Jinan ji bo Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xist
Jinan ji bo Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xist
Jinan ji bo Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xist
Jinan ji bo Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xist
Jinan ji bo Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xist
Jinan ji bo Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xist
Jinan ji bo Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xist
Jinan ji bo Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xist
Jinan ji bo Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xist
17 mijdar, 2024   16:11
REQA

Bi pêşengiya Tevgra Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan û Meclisa Kombûna Jinan a Reqayê, jinên li Reqayê ji bo şermezarkirina pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek li çemê Firatê li dar xist.

Jinan ku wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan bû, bi 15 qayikan ji pêşiya Pira Reşîd heya Pira El Mensûra ya kevin bi rê ketin.

Dema gihiştin aliyê din ê çemê Firatê daxuyaniyek bi navê Kombûna Jinan a Zenûbiya û Tevgera Hîlala Zêrîn hat dayîn. Ji rêveberên Tevgera Hîlala Zêrîn Semer Cuma daxuyanî xwend û got: "Eşeq wêjê ye, bêyî eşqê mirov najî. Ji bajarê evîn û bedewbûnê, ji bajarê şaristanî û reseniyê, ji bajarê mozîkê em ji we re dibêjin bi xêr hatin. Silav ji tevahî kesên beşdarî vê çalakiyêbûne ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin."

Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn Medya Silêman jî got: "Bila dengê me bihêje pêlên Îmraliyê. Çiqas xweşik e ku pêlên Firatê bi pêlên Îmraliyê re bibin yek. Ev rastiya hevgirtin û yekitiya pêkhateyan e. Fikrên me dê dîwarê Îmraliyê hilweşîne."

Di dawiya çalakiyê de helbest hatin xwendin.

(bb)

ANHA