Şêniyên Girkê Legê guhertina navên herêmên Kurdan red kirin

Şêniyên bajarê Girkê Legê erebkirina navên gund û bajarên Kurdan red kirin û gotin, Sûriyeyeke nû bi rêzdariya li hemberî mafên neteweyî yên Kurdan ava dibe.

Şêniyên Girkê Legê guhertina navên herêmên Kurdan red kirin
13 tîrmeh, 2026   13:58
QAMIŞLO

Meclisa Bajarê Girkê Legê têkildarî erebkirina navên bajarên Kurdan daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna endamên saziyên bajêr li pêşiya avahiya meclisê ji aliyê endama Meclisa Bajarê Girkê Legê Rêva Murad ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Peymana 29`ê Çileyê bi armanca avakirina Sûriyeyeke nû li ser bingehê hevgirtina di navbera hemû pêkhateyan de hate îmzekirin. Lê bikaranîn navê “Eyn El Ereb” ji bo bajarê Kobanê li dijî peymanê û rihê jiyana hevbeş e.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin siyasetên erebkirina navên bajar û bajarokên Kurdan berdewamiya hişmendiya rejîma Baasê ye û wiha hat domandin " Navên bajaran ne tenê navên erdîngarî ne. Lê dîrok, çand û nasnameyê temsîl dikin. Navên Kurdî xwedî mîrateke şarestanî ye, nabe bên guhertin."

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta demkî hat kirin ku navên resen ên Kurdî di belge, sazî û nexşeyan de bi awayeke fermî bê naskirin. Her wiha hat destnîşankirin ku naskirina navên kurdî mafeke rewa ya girêdayî perensîbên edalet û wekheviya di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de ye.

Di daxuyaniyê de bang li hikumetê hate kirin ku li şûna “Eyn El Ereb” navê Kobanê û navên resen ên dîrokî yê Kurdî bi kar bîne. Hate diyarkirin ku serkeftina pêvajoya avakirina Sûriyeyeke demokratîk bi rêzdariya li hember mafên neteweyî û çandî yê gelê Kurd ve girêdayî ye û divê kiryarên paşguhkirina gelê Kurd neyên pêkanîn.

(sb)

ANHA