Li Derayê 2 kuştî, 6 girtin û 3 revandî

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Derayê   di 24 saetên dawîn de 2 kes hatin kuştin, 6 kes hatin girtin û 3 kesên din hatin revandin.

Li Derayê 2 kuştî, 6 girtin û 3 revandî
26 gulan, 2024   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku endamên Tûbeya 8’an  ji aliyê Rûsyayê ve tê destekkirin ve,  li Derayê girtin ser konekî erebên bedû yên ji eşîra Riwêdan û ji eşîrê 6 kes revandin.

Li bajarê Hîrak a gundewarê rojhilatê Derayê ciwanek û li herêma Lucat (75 km dikeve bakurê Derayê) efserek û endamekê Koma 9’an hikumeta Şamê hatin revandin.

Li gorî SOHR, li bajarê Senemên ê bakurê Derayê welatiyek ku ji bo îstîxbarata leşkerî ya Şamê re kar dikin di êrişa çekdarên nenas ve hat kuştin.

SOHR’ê ragihandin ku li gundewarê rojhilatê Derayê jî çekdarên nenas rasterast gule li jinekê û ciwanekê reşandin. Di encama gulebaranê de jinê jiyana xwe ji dest da û ciwan jî birîndar bû.

(bb)