Rêveberiya Xweser buhaya kirîna genim diyar kir

​​​​​​​Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê buhaya kirîna kîloya genim bi 31 centî diyar kir.

Rêveberiya Xweser buhaya kirîna genim diyar kir
26 gulan 2024   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara bi hejmar /4/ derxist û li gorî wî buhaya kirîna kîloya genim diyar kir.

Navaroka biryarê wiha ye: "Piştî civîna Desteya Hevserokatiya Meclisa Rêveber û Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û civîna di navbera Desteya Hevserokatiya Meclisa Rêveber û Koordînasyona Yekitiya Cotkaran de, li gorî berjewendiya giştî, Hevserokatiya Desteya Çandiniyê û avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev biryar stend; kîloya genim 31 cent e."

(şx)